Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Walîtiya Mêrdînê aşkere kiriye ku li hemû bajêr, heta mehekê hemû çalakî û bername hatine qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de balkişandiye ser rewşa belavbûna Covid-19ê û fermana Serokomariyê, pêşniyarên Wezareta Tenduristiyê û yên Lijneya Zanyaran. Walîtiyê diyar kiriye ku "Ji bo maf û azadiyên bingehîn ên welatiyên me li nava sînorên bajarê Mêrdînê, ên li gor Peymanên Navnetejî, Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê û yasayan de hatine bicihkirin, ji bo parastina tenduristiya giştî ya bajarê me, ji bo sazkirina pergala civakî û ewlehiya civakê, ji bo pêşî li sûckirinê bigirin, ji bo parastina maf û azadiyan û asayişa giştî û bergiriya bûyerên tundkariyê" wan hin biryar standine.
Bitikîne - Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatine qedexekirin
Biryara ku Walîtiyê wergirtine ev in:
“Li gor xala 11em a Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê û Qanûna Meşên Xwenîşandanê û Civînan a hejmar 2911ê, hemû civîn û meşên xwepêşandanê, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina konan û standan, çalakiyên rûniştinê, merasîmên bîranînê, şahî, konser, lîstik, xwenîşandan û hemû çalakî û bernameyên heman cûreyî yên di nava sînorên bajarê me de, 23.11.2020 ji saet 00.01ê heta 22.12.2020 saet 24.00ê ji bo 30 rojan hatine qedexekirin. Kesên pêgiriyên vê biryarê nebin, li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan a hejmar 5237ê, Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê ya hejmar 2911ê, Qanûna Tenduristiya Gelî ya Giştî ya hejmar 1593yê û qanûnên din wê werin cezakirin."
Walîtî ji Tebaxa 2019an û vir ve li bajêr hemû çalakî û bernameyan qedexe dike. Hêjayî gotinê ye ku Walîtiya Mêrdînê di 12ê Çiriya Paşiyê de biryar dabû ku ji 13ê Çiriya Paşiyê heta 12ê Kanûna Pêşiyê, hemû çalakî werin qedexekirin. Li gorî vê biryara nû, Walîtî, beriya li benda bidawîbûna biryara qedexekirinê bisekine, biryareke nû daye. (FD)