Walîtiya Mêrdînê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan li seranserê bajêr pêkanîna meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 7 rojan qedexe kirine.
Biryara qedexeya çalakiyan îro destpê kiriye û wê heta 19ê Çiriya Pêşiya 2023an dewam bike.
Walîtiyê weha gotiye:
“Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin. Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.”
(AY)