Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya bi navê Medya Çinar, ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Serokê PKKyê protesto bike, xwe kuştiye.
Mezopotamya Ajansê nûçeya mirina Medya Çinarê ragihandiye. Ajansê diyar kiriye ku Mîthat Sancar, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê bi Waliyê Mêrdînê re axivî ye û bûyer pişt rast kiriye.
Rojnameya Evrenselê jî nivîsandiye ku Medya Çinar di doza Nisêbînê de girtî ye û ji bo beşdarî danişîna doza xwe bibe ji Girtîgeha Tîpa F ya Wanê birine Mêrdînê.
Leyla Guven: "Dawî li jiyana xwe neyînin"
Medya Çinar yek ji wan kesan bûye ku sala 2015ê, di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de, hatiye destesirkirin. 31ê Gulana wê salê jî tevlî 42 kesan hatiye girtin.
Li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dihate dadkirin û girtî bûye. Medya Çinar di her gava ku derdiket pêşberî dadgehê de behsa îşkenceya li ser wê hatiye kirin kiriye.
Her du saziyên medyayê jî diyar kirine ku cenazeyê Çinarê rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansiyê destûr nedane ku parêzer ji bo wergirtina zanyariyan bikevin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Beriya niha çar kesan xwe kuştiye
21ê Sibata 2019ê li Almanyayê Ugûr Şakarî, 17ê Adara 2019ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2yê ya Tekîrdagê Zulkuf Gezen, 22yê Adara 2019ê li Girtîgeha Tîpa Myê ya Jinan a Gebzeyê Ayten Beçet, 24ê Adara 2019ê Girtîgeha Tîpa Tyê ya Oltûya Erziromê Zehra Saglamê xwe kuştiye.
PKKyê daxuyaniyek belav kiriye
Mezopotamya Ajansiyê daxuyaniyek belav kiriye ku ji hêla PKKyê hatiye kirin û tê de behsa xwekuştinên li girtîgehan dike. di daxuyaniyê de kesên xwe kuştine hatine bibîranîn û çalakiyên bûyî weke “çalakiyên ku divê neyên dubarekirin” hatiye penasekirin. Her weha hatiye xwestin ku çalakiyên şexsî neyên kirin. (HK/FD)