Li Mêrdînê di encama teqîna sobeyê de jinekê mir
Li Mêrdînê di encama teqîna sobeyê de jinekê mir û du zarokên wê jî jehrî bûn. Herdu zarok ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.

Li Taxa Teffî ya navçeya Stewra Mêrdînê Betul Ozturk dema sobê pêdixe teqîn çêdibe. Di encama teqîna sobê de Ozturk mir.
Li gorî nûçeya MAyê ekîbên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê diyar kirin ku Ozturk miriye û 2 zarokên wê jî jehrî bûne.
Du zarok ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê. Cenazeyê dayika wan jî birine morgê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.