Li Puturgeyê, navçeya Meletiyê di saet 11.27an de bi pileya 4,7an erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej di saet 11.27 xulekan de bi pileya 4,7ê li Puturgeyê, navçeya Meletiyê pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin erdhej 6,94 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ji ber erdhejê li Meletiyê welatî ji malên xwe derketine.
Aydin Barûş, Walîyê Meletiyê ji nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê re aşkere kiriye, navenda erdhejê Puturgeye û bandor li tevahiya bajêr kiriye.
Barûşî weha gotiye, “Heta niha me çi agahiyek neyînî negirtine. Cendirme û ekîbên AFADê bi xelkên kolanan re di nava peywendiyan de ne. Em rewşê ji nêzve dişopînin û xebatên me didome.
Bandora erdhejê li Dîlok, Semsûr û Rihayê jî bûye.(AY)