Li Meksîkayê bi çekan êrişî girtîgehê kirine: 14 kes mirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrîşkarên ku bi wesayîtên zirxî êrîşî girtîgeheke Meksîkayê kirine, 14 kes kuştine û destûr dane 24 kes jî ji girtîgehê birevin.
Serdozgeriya eyaleta Chihuahuayê derbare bûyera duh li bajarê Juarezê qewimî de daxuyanî daye. Li gorî daxuyaniyê êrîşê nêzî 5 saetan dewam kiriye ji kesên ku mirine jê 10 gardiyan û wezîfedarên ewlekariyê bûne.
Li gor nûçeya malpera France 24ê, di bûyera ku girtiyan jî piştî êrîşa çekdarî şer hev kirine de hêzên ewlehiyê piştî 5 demjimêran karîn rewşa girtîgehê kontrol bikin.
Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, di bûyerên ku li girtîgeha ku girtiyên ji rêxistinên sûc û kartelên tiryakê li blokên cuda tên ragirtin de, 13 kes birîndar bûne. Têkildarî serdegirtin, serhildan û êrîşê 4 kes hatin desteserkirin, dozgeriyê eşkere nekiriye ku ev kesana girtî ne an êrîşkar in.
Heta niha nayê zanîn ku 24 girtî çawa reviyane. Dozgerî li ser sedema êrîşê lêkolîn dike.(SD/AY)