Li MED-DERê serlêdanên dersên kurdî destpê kiriye
MED-DERê li ser malpera xwe ya medyaya civakî diyar kiriye ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî destpê kirine.

Serlêdanên dersên kurdî yên li Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) destpê kiriye.
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) li ser malpera xwe ya medyaya civakî ragihandiye ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî yên rû bi rû û online destpê kirine.
MED-DERê daye zanîn ku kesên dixwazin beşdarî qursan bibin, dikarin formê tije bikin û li gorî daxwaza xwe dersên rû bi rû yan jî online hilbijêrin.
Di qursên MED-DERê de sê ast hene û di qursan de dersên zaravayên kurdî yên kirmanckî û kurmancî tên dayîn. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.