Ji bo nûçeya Tirkî
Li meclisê îro saet 10:00an de ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran ku ji hêla AKPê ve hatibû teklîfkirin, rûniştina duyem dest pê kir.
Rûniştinê Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman bi rê ve dibe. Kahraman dest bi rûniştinê kir û diyar kir ku ji bo pêkanîna rûniştinê hejmara parlementeran têrê dike.
Pêkanîna dengdana veşartî
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatrîn Demirtaş duh di daxuyaniya xwe ragihand ku ji bo ewlehiya hilbijartinê wan ji Serokatiya Meclisê xwestiye ku tedbîr were hilanîn û wiha got: ‘Dikarin pêşiya kabînan ber bi dîwarê ve bizivrînin. Ji bo ku li pêşiya kabînan qelebalix nebe, dikarin dengdanê dor bi dor pêk bînin.’
Parlementerê HDPê Mithat Sancar jî di daxuyaniya xwe ya ku dabû bianetê de diyar kiribû ku dengdayîn ji hêla wekîlên AKPê ve hatiye îxlalkirin û di dengdana duyem de ew dê wan îxlalên tên kirin qey bikin û derbarê vê yekê de serî li dadgehê bidin. (HK/YO)