Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pêşniyara makeqanûnê ya AKPê ku di nav de ‘sîstema serokatiyê’ îro di rojeva meclisê de ye. Axavtin û nirxandinên li ser pêşniyara AKPê îro saet 14:00an de li meclise destpê kir.
Axavtin û nirxandinên li meclise dê çend roj bikşîne?
Tê payîn ku axavtin û nirxandinên li meclisê 15 roj bikşîne. Mebesta AKPê ew e ku dixwaze nirxandinan di 23ê Çileyê de xelas bike. Piştre jî dê ji bo hemû qanûnên di nav pakêtê de yek bi yek dengdan were kirin.
Pêşniyarên derbarê çêkirina makeqanûnê de li meclise 2 caran nirxandin tê kirin û piştre jî dengdana veşartî tê kirin.
Divê di navbera her du dengdanan de herî kêm 48 saet navber bê dayîn.
Kîjan partî xwediyê çend kursiyan e?
316 dengên AKPê hene. Ji bo referandumê divê 16 dengên din jî bo pêşî bide. Her wiha 40 kursiyên MHPê hene.
Eger dengen erê were zêdetir bin?
Piştî dengdana li meclisê dê encam ji serokomar re were şandin. Divê serokomar jî di nav 15 rojan de biryar bide.
Her wiha serokomar dikare ser biryara referandumê jî bide.
Referandum dibe kengî be?
Tê texmîn kirin ku referandum navbera 2-23ê Nîsanê were kirin.
(HK/YO)