Li marketan bitenê pêdiviyên zerûrî wê bên firotin
Wezareta Navxweyî rêbernameya bi mijara “Tedbîrên Marketan” ji 81 walitiyên bajaran re şandiye û aşkere kiriye ku li marketan ji bilî pêdiviyên jiyanî yên zerûrî wê destûrê nedin firotina tiştên din.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî rêbernameya bi mijara “Tedbîrên Marketan” ji 81 walitiyên bajaran re şandiye.
Li gorî rêbernameyê li marketan ji bilî pêdiviyên jiyanî yên zerûrî wê destûrê nedin firotina tiştên din.
Ji roja Îniya 7 Gulana 2021ê pê ve li marketan bitenê pêdiviyên jiyanî, kel û pelên paqijiyê, alif û êmên ajalan û melzemeyên kozmetîkê wê bên firotin.
Li marketan firotina kel û pelên elektronîk, pêlîstok, kırtasiye, cil û berg û aksesuar, aksesûarên otombêlan, kel û pelên baxçe, xurde, zicaciye û hwd.. wê qedexe be.
(TP/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.