Li Los Angelesê êrişa çekdarî: 2 kes mirine, 5 kes jî birîndar bûne

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh (24ê Tîrmehê) li eyaleta Kalîforniyaya Amerîkayê di encama êrişeke çekdarî de 2 kes hatine kuştin.
Li gorî nûçeya The New York Timesê Îdareya Agirkujiyê ya Los Angelesê derbarê êrîşê de daxuyaniyek daye û ragihandiye ku di encama gullereşandina ku li bajarê Los Angelesa eyaleta Kalîforniyayê di dema pêşangeheke wesayîtan de pêk hatiye 5 kes birîndar bûne. Rayedar lêkolîn dikin ku bê ka êrişkar ji yekî zêdetir bûne an na.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Los Angelesê, bûyer li Parka Peck a li taxa San Pedro ya bajêr duh beriya saet 16:00an bi dema herêmî qewimîye.
Piştî êrîşa çekdarî ya ku tê nirxandin ji aliyê yek an jî çend kesan ve hatiye kirin ve, 4 mêr û 3 jin, temenê wan di navbera 23 û 54an de ne rakirine nexweşxaneyê. Ji 7 kesên ku rakirine nexweşxaneyê jê 2 kes li nexweşxaneya ku lê dihatin dermankirin mirine.
Tê texmînkirin k udi dema êrişê de 500 kes li parkê bûne û heta saet 8:25ê Tirkiyeyê ti kes nehatiye desteserkirin.(SD/AY)