Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Lîbyayê Berdevkê Wezareta Karûbarên Navxwe yê Hikûmeta Meclîsa Nûneran Tarik el-Harrazî ragihand ku ji ber lehiyê, bi tenê li Derneyê hejmara miriyan ji 5 hezar û 200î bihuriye.
Meclîsa Nûneran li rojhilatê Lîbyayê serwer e.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Lîbyayê, LANAyê, rayedarê Wezareta Karûbarên Navxwe yê Lîbyayê Mûhammed Ebûlmûşayî jî got, “Hejmara kesên li bajarê Derneyê wefat kirine ji 5 hezar û 300î bihuriye. Ji ber karesatê bi hezaran kes winda ne.”
LANAyê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku Neteweyên Yekgirtî jî wê tîmên rewşa lezgîn bişînin herêmê.
Çi bûbû?
Di 10ê Îlonê de navîna Behra Sipiyê di bin bandora bahoza “Daniel”î de mabû. Bandora wê li rojhilatê Lîbyayê jî bûbû. Li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê av rabûbû.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî Abdûlhamîd Dibeybeyî, duh biryar da ku ji ber lehiyê ew ê li tevahiya welatî 3 rojan şînê gire bidin.
Desteya Serokatiyê ya Lîbyayê jî bang li welatên dost û saziyên navnetewî kir û daxwaza alîkariyê ji wan kir.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, ji ber lehiyê 10 hezar kes winda ne.
Di 40 salên dawiyê de li rojhilatê Libyayê bi vê rêjeyê baran nebariyaye.
Di vê navberê de Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesûsî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamak weşand.
My heart goes out to the people of #Libya, who are facing an unimaginable tragedy caused by storm Daniel and floods.@WHO is working with local authorities to meet urgent health needs. We have deployed medical supplies and will continue to support the delivery of health care. pic.twitter.com/jZWWxBULf2
— Tedros Adhanom Ghebreyesus (@DrTedros) September 12, 2023
Ghebreyesûsî got ku ji bo pêdiviyên tenduristiyê yên lezgîn bên dabînkirin, ew bi rayedarên xwecihî re kar dikin û ew ê ji bo xizmetên tenduristiyê, bi berdewamî piştgiriyê bidin. (AS/FD)