Li Kutahyayê erd hejiya
Li navçeya Simav a Kutahyayê di saetên sibehê de li pey hev du erdhej bi pileya 4.5 û 3.9ê çêbûn.

Îro di saetên sibê de li navçeya Simav a Kutahyayê du erdhej çêbûn.
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihand ku mezinahiya erdhejên di saet 07:23 û 07:29an de çêbûn, 4.5 û 3.9 e.
Hat diyarkirin ku erdhej 8.81 û 11.61 kîlometreyan di bin erdê de çêbûne.
AFADê daxuyaniyek da û got, "Heta niha rewşek neyînî tune ye. Xebatên lêkolîna qadê berdewam dikin."
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.