Li Kuçukçekmeceya Stenbolê teqînek pêk hat: Kesek mir
Walîtiya Stenbolê diyar kir ku li gorî zanyariyên destpêkê, teqîn ji ber xaza xwezayî ye.

Li Kolana Dîvanê ya Taxa Ataturkê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê, teqînek rû daye ku sedema wê hîna nayê zanîn.
Teqîn di avahiyeke 5 tebeq de bû.
Piştî teqînê gelek tîmên agirkujiyê, tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku, “Li gorî zanyariyên destpêkê teqîn ji ber xaza xwezayî bûye û welatiyekî me can daye. 5 welatiyên me birîndar bûne ku birînên du kesan giran in û lêkolîna derbarê bûyerê de dewam dike.” (TY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.