Li Konyayê xaniyekî ji kerpîçan hatiye xwarê
Li Karataya navçeya Konyayê xaniyekî ji kerpîçan, hatiye xwarê. 2 jê zarok 3 kes di bin kavilan de mane û mirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî agahiyên li ber dest, li Taxa Akçeşme ya li ser navçeya Karataya Konyayê xaniyê ji kerpîçan hatiye xwarê.
Piştî xanî hatiye xwarê ekîbên rizgarkirinê hatine agahdarkirin û gelek ekîbên rizgarkirinê, yên tenduristiyê û polîs çûne herêmê.
Waliyê Konyayê Cuneyit Orhan Toprakî diyar kiriye ku îro destê sibehê li navçeya Karatayê bûyereke nexweş qewimiye.
Toprakî gotiye, "Heta niha ji bin kavilan 2 jê zarok cesedê 3 kesan hat derxistin. Em pê hesiyan ku di binê kavil da kes nemaye." (AO/FD)
Fotograf: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.