Li taxa Saraçoglû ya navçeya Karatayê ya Konyayê di navbera du malbatan de serê vê sibehê nîqaş derketiye û pişt re bi çekan şer kirine. Malbatek ji Qersê ya din jî ji Xarpêtê bûye.
Li gorî îdiayan; piştî nîqaş derketiye Nurettîn Altunkaya yê ji malbata Xarpêtî bi çekê êrişî malbata ji Qersê kiriye û di encamê de Ayhan û Maize Erdemîr mirine. Nahît Erdemîr ji mile xwe, Fîrdevs Erdemîr jî ji serê xwe bi giranî birîndar bûye. Hatiye zanîn ku şofêrê TIRê Mahmut Bagiş jî ji lingê xwe birîndar bûye.
Her weha birîndar birine Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê û dermankirina wan li wir tê kirin.
Hatiye diyarkirin ku êrişkar mele ye û bi awayek birîndar hatiye girtin.
Parêzer Abdurrahman Karabûlûtê ku agahiya bûyerê bihîstiye berê xwe daye cihê bûyerê û li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku ji ber kayê şer di navbera malbatan de derketiye û êrişkar jî hatiye desteserkirin. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê