Li Kelha Zerzevanê ya li nav sînorê Çinarê, navçeya Amedê ye, gustîleke bronz û fîqa ji hestî hatiye çêkirin hatiye dîtin. Li gorî zanyariyan ew amûr hezar 600 salî ne.
Kelha Zerzevanê di dema Împaratoriya Romayê de weke "wargeha leşkeri" hatiye bikaranîn.
Li kelhê 2014an û vir ve lêkolên dewam dikin.
Hetanî niha li qadê, birca çavdêriyê, birca parastinê, dêr, avahiya rêvabirinê, xanî, depoyên çekan û genim, perestgehên binê erdê, sitargeh, gorên kevirîn, kanalên avê, sarnicên avê hatine derxistin.
Doç. Dr. Aytaç Coşkunê Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzevanê di civîna çapemeniya ya li kelhê da diyar kiriye ku di vekolanên li kelhê da cara ewil e gustîla bianaxtar a bronz û fîqa ji hestî hatiye çêkirin, dîtine. Coşkunî destnîşan kiriye ku fîq wekî du parçeyan dîtine û bi hev ve kirine.
Coşkunî bi berdewamî diyar kiriye ku fîq ji hestiyê lingê pêz hatiye çêkirin û qulên wê hatine vekirin, li ser fîqê yeka wan şikestî 6 qul hene.
Coşkunî gotiye, fîq nîşan dide ku kesên li Zerzevanê jiyane bi muzîkê re eleqedar bûne. (FD)
*Çavkanî - fotograf: AA