Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê li dijî wesayîta hilbijartinê ya DEM Partiyê êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de tu kes birîndar nebûye û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rêxistina DEM Partiyê ya Kayseriyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenên êrişê parve kir her weha di parvekirinê de wiha hate gotin:
“Di 13ê Adarê saet derdora 13.35an de li ser Şeqama Sêwasê ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê li dijî wesayîta me ya hilbijartinê êrişek çekdarî pêk hat. Me dîmenên herî zelal ên bûyerê ji kamerayên ewlehiyê yên dikanekî bi dest xistin. Êrişkar çeka xwe derxist û ji nêz ve êriş kir.”
Li Bûrsayê êrişî avahiya DEM Partiyê kirine
Erişkar hat desteserkirin
Di parvekirinê de hat destnîşankirin ku têkildarî êrişê hem hevserokên bajar hem jî rayedarên partiyê li emniyetê îfade dane û wiha hat gotin:
“Îfadedayîn heta saetên dereng berdewam kir. Êrişkar hate desteserkirin lê belê paşnavê wî nehat parvekirin. Di êrişê de kuştî û birîndar tune ne.”
(TY/AY)