FOTO GALERÎ
Li Kanîreşa Çewlîgê zivistan naqede!

Xelkê Kanîreşê ku li benda biharê bûn, vê sibê bi barîna berfê ji xew rabûn. Berfê bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kirîye û pileyên germayê jî daketine.
Her çiqas metirsîya zehmetîyên berfê û yên şewba vîrûsa Covîd-19yê di nav xelkên deverê de hebe jî xelk zêdetir bi karê cotkariyê ve mijûlin û karen xwe didomînin. Ji ber ku bê cotkarî û esnafîya biçûk çi dahatek wan nîne.
Li gel virûsa koronayê barîna berfê herçiqas bandoreke nerênî li ser jiyana rojanê ya welatîyan çê bike jî navçe bi spî xemilandî û dîmenên ciwan bi xwe re aniye.
Li vê deverê 4 meh berf li erdêye û zivistane. Di meha Adarê da ‘Sêla Sor’ dikeve erdê berf dest bi helandinê dike. Herweha ‘Sêla Sor’ di nav gel da wek hêmaya ji zivistanê derbasbûna biharê tê zanîn û tê wateya germbûna hewa yê.
(AS/FD)
2024: Kurdan di bianet Kurdiyê çawa cih girtiye?

2024: Zarokan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?

2024: Jinan di bianet Kurdiyê de çawa cih girtiye?

2024: LGBTI+yan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?

Bi fotografan 16em Merasîma Xelatên Hrant Dînkî yên Navneteweyî
