Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bajarê Quebecê yê Kanadayê hinek êrîşkaran li Navenda Çanda Îslamî reşand. Şeş kes mirin, heşt kes birîndar bûn.
Rayedarên polîsên Quebecê ji televizyona CBCyê re gotine ku gumanbarê êrîşê hatiye desteserkirin.
Şahidan ji Reutersê re gotine dema 40 kes li navendê bûn û nimêj dikirin, sê êrîşkar çûne navendê û li wan kesan reşandiye.
Êrîşa terorî
Serokê eyaleta Quebecê Philippe Couillardî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye ku êrîş êrîşeka terorî bûye.
Herweka serokî eşkere kiriye ku ew ê ji bo Parlamenta Neteweyî pêşniyar bike ku divê alaya eyaletê heta navê bê xwarê. (AS/MB)