Fotograf: https://www.theglobeandmail.com/ *Xwendekarên li Dibistana Şevîn a St. Joseph's Missionê (Arşîvên DESCHÂTELETS-NDCyê)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herêma xwendingehên şevîn ya li eyaleta British Columbiayê ya Kanadayê hin gorên din hatine dîtin. Kesên li van goran hatine binaxkirin, nayên zanîn.
Arkeolog û Serokê ekîba lêkolînê yê Dibistana Şevîn a Dêrê ya St. Joseph's Missionê duh civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye ku wan bi teknîkên zanist kontrola 14 hektarî kiriye. Di nava van teknîkan de ew radar jî heye ku 200 gorên li nêzîkî Kamloopsê derxistibû holê.
Berpirsê First Nationê yê Williams Lake-ê yê Eyaleta British Columbiayê Willie Sellarsî di dema civînê de aşkere kiriye ku wan li bexçeyê Dibistana Şevîn a Dêrê ya St. Joseph's Missionê 93 gorên nû dîtine.
Kontrola 14 hektarî kirine
Sellarsî gotiye ku ji 470 hektarê wan 14 hektar bi radaran kontrol kiriye.
Sellarsî di dewama axavtina xwe de wiha diyar kiriye ku bi salan e raporan digotin li St. Joseph's Missionê îstîsmar û îhmalkarî bûne lê guh nedane wan raporên ku digotin li wê avahiyê zarok mirine û winda bûne.
Sellarsî destnîşan kiriye ku Dibistanê di navbera sala 1891ê û 1981ê de li nêzîkî Gola Williamsî xebatên xwe dewam kiriye û yek ji wan dibistanên dêrê ye ku li Kanadayê demeke dirêj vekirî maye.
Her weha gotiye ku derbarê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Sellarsî gotiye jî, di raporan de hatiye nivîsandin ku zarok ji ber xwarinên xerabûyî, şewatê, qerebalixiyê, kêzikan û nexweşiyan zehmetiyan dikişînin lê rayedarên ne ji wê herêmê, ji ber “zarok çermsor bûne” nexwestina lêpirsîna wê bikin.
Çi bûbû?
Yekem Dibistanên Şevîn ên Dêrê li Kanadayê di sala 1880î de vebûye û ya herî dawî jî di sala 1997ê de hatiye girtin. Paşê derket holê ku di dîroka Kanadayê de mezintirîn bûyerên îstîsmara zarokan li van dibistanan bûne.
ji 150 hezarî zêdetir zarokên cihnişîn bi darê zorê ji malbatên wan standine û van dibistanên şevîn bicih kirine. Zarok li van dibistanan rastî tundkarî û îstîsmara rahîb, rahîbe û dersdarên din hatine.
Di Gulana 2021ê de li bexçeyê Dibistana Şevîn a Dêrî ya Şersoran a Kamloopsê ya li eyaleta British Columbiayê bermahiyên 215 cesedên zarokan hatibûn dîtin. (AÖ/FD)
*Çavkanî: AA, https://www.theglobeandmail.com/, vice.com.