*Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Kadikoya Stenbolê ji bo bîranîna 301 karkerên li Somayê di kanayê de mirine, çalakiyek hatiye li dar xistin. Pênc sal berê li Somayê di kanayekê de qezayek çêbûbû û 301 karker miribûn.
Çalakvan li ser banga Platforma Piştevaniya Bi Karkerên Balafirxaneya 3yem û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li ser Kolana Bahariyeyê ya Kadikoyê kom bûne.
Polîsan li vir çalakvan dane sekinandin û ji wan re gotiye ku Walîtiya Stenbolê pankarta li ser “Her tişt wê baş bibe” qedexe kiriye.
Polîsan diyar kirine ku divê pankartê rakin û piştî wê dikarin bimeşin. Piştî çalakvanan pankarta navborî rakirine, destûra çalakiyê hatiye dayîn.
Parêzerê ÇHDyî Tamer Doganî li ser biryara polîsan gotiye, “Polîsan gotiye ti pirsgirêk di pankarta Somayê de nîne. Lê îro Walîtiyê pankart û slogana ‘her tişt wê baş bibe’ qedexe kiriye. Paşê jî xwestiye ku pankart bê komkirin”.
(HD/FD)