Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komîsyona Mafên LGBTI+ ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) ya Stenbolê ji bo tûndkariya zayendî, xerac û gefa li dijî jinên trans yên li Tarlabaşiyê îro(15ê Sibatê) li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistiye.
ihd İstanbul şubesi Lgbti+basın açıklaması https://t.co/RPsTiyw5hj @YouTube aracılığıyla
— Eren Keskin (@KeskinEren1) February 15, 2022
Parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan di civînê de axiviye û diyar kiriye ku rêvebirên klûba bi navê Bahriyelî Pub ku 20 metreyan ji qereqola polîsan dûr e di bin navê “pereye ceddê” ji jinan xeracê dibire, tûndkariyê lê dike û gefan lê dixwe.
“Em xeracbiran hişyar dikin: Dev jê berdin!”
Keskînê destnîşan kiriye ku jinan serî komîsyonê dane û gotiye, “Em weke Komîsyona Mafên LGBTI+ ya IHDyê eleqeder dibin û me wekaleta wan jî girt in. Em ê gilî bikin û me daxwaza pasewan kir. Em ji dadgehan biryarên ne transfobîk hêvî dikin”
"Mafê ti kesî nîne ku di bin navê pereyê ceddeyê de daxwaza xeracê bike. Him jî li ber navenda polîsan. Nikarin vê bikin, tiştekî wisa tune! Gelek sûc hene yên wekî tûndkariya zayendî, gef xwarin û di destê me de delîl hene. Em kesên ku vî karî dikin hişyar dikin: Dev jê berdin. Her wiha em qereqola polîsan jî hişyar dikin li ber derê wan ev tişt diqewimin. Karê xwe bikin, cihêkariyê nekin.”
Li gorî nûçeya Kaos GLyê di civînê de jinên ku rastî zext û tûndkariyê hatine axivîne. Jinan weha gotine:
"Zexteke mezin ya polîs, dewletê û rêveberên klûbê heye... Yek ji wan zilaman wê rojê wê kêr li hevalê min bida lê notirvan(bekçî) bi ken li ber wî de derbas bû. Bûyerên ku em qet naxwazin bijîn hene, ji bo me giran e. Li hin hevalên me didin, li hinekan xeracê dibirin. Ne dewlet, ne jî saziyeke din pişta me ye. Em bi notirvanan re jî pirsgirêkan dijîn. Em vana heq nakin, em dixwazin li welatê xwe azad bijîn.”(EMK/AY)