Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kiyoshi Kimura yek ji bazirganên bi nav û deng ê Japonyayê ye ku zincîrexwaringeha wî ya bi navê “Sushi Zanmai” heye. Wî ji bo xwaringeha xwe orkinokseka 278 kîlo bi 3,1 milyon Dolaran kiriye.
Bazara masîfiroşiyê
Li gor nivîseka Can Tonbîlî ya li bianetê hatî weşandin, ji beriya sê mehan li Tokyoyê cihekê bazara masîfirotinê hatiye çêkirin. Ew bazar mezintirîn bazara Japonyayê ye û bi hezaran kes ji bo kirîna masîyan diçin wê derê.
Vê hefteyê mezateka bi navê “yekem orkînosa salê” hatiye amadekirin û yekem masîya bi cûrreyê “tuna” li wê derê hatiye firotin.
"Masîyeka baş"
Kiyoshi Kimurayê 66 salî ew kiriye û gotiye:
“Min masîyeka delal kirî. Bihayê wê ji reqama ku di hişê min de bû, zêdetir e lê min kirî. Min divê (vê masîyê) li kiriyarên xwe bidim xwarin.”
Bazara masîfiroşiyê li ser giravekê ye ku ew girav bi bi xwe jî paşê hatiye çêkirin. Bi temamî 5 milyon Dolar mesref li bazarê hatiye kirin.
"Ava ewle"
Ji ber ku di ava girav tê de maddeyên dibin sebeba nexweşiya penceşêrê, şaredariya Tokyotê 33 milyon dolar li sîstemeka parzonkirinê xerc kiriye û îlan kiriye ku av ewle ye.
(CT/HK/MB)