Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û Tolga Guney ên di 13ê Sibatê de di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, îdianameyên cuda amade kir.
Serdozgeriyê di îdianameyê de rojnameger bi "endamtiya rêxistinê" sûcdar kiriye û îdianame şand 13em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê.
Dadgehê duh îdianameyê qebûl kir. Di îdianameyên ku cuda hatin amadekirin de, danişîna dozê wekî 10 Sibatê hat diyarkirin. Dadgeha ku îdianameyê qebûl kir, daxwaza rakirina biryara zîndanîkirina malê û kontrola edlî bi hinceta "delîl nehatine komkirin" red kir.
Di îdianameyan de hat îdiakirin ku rojnamevan "endamên rêxistinê" ne. Dozger îdianameyan spart beyanên şahida eşkere Bûse Aydin û îtirafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî yê bi koda "K8Ç4B3LIT5". Ji ber ku îdianame bi rêbaza kopîkirinê hatine amadekirin, paşnavê îtirafkar Umît Akbiyik wekî "Dîkbayir" hatiye dubarekirin.
Di îdianameyan de ku di 5 rûpelên ewil de avabûn, dîrok û armanca PKK’ê hatiye ravekirin, bi îfadeyên şahidên eşkere û veşartî û îtîrafkar hewl hatiye dayîn ku têkilî di navbera rojnamegeran û PKK’ê de bê danîn. Di îdianameyan de têkiliya nûçeyên rojnamegeran ên der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinan, ekolojî û siyasetê de bi "endamtiya rêxistinê" re hatiye danîn. Di îdianameyê de, gera rojnamegeran û hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan re cih girtine û ev wekî sûc hatine hesibandin.
Di îdianameyê de şahidê/a bi koda "K8Ç4B3LIT5" ji bo rojnamevan Tûranê gotiye girêdayî "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê ye". Di îdianameyê de gelek nûçe yên der barê Newrozê û jinan û tundiya li ser jinan de wekî "xebatên rêxistinê" hatine lîrovekirin û sûc hatine hesibandin.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ve nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Tolga Guney, Delal Akyuz, nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkarê çapemeniyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Fûnda Akbûlût di 13ê Sibatê de bi serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin.
Derbarê rojnamegerên ku di 16ê Sibatê de sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin Aydin, Guney, Akyuz û Akbûlût de biryara cezayê hepsa malê û der barê Başakçioglû û Tûranê de jî biryara hefteyê 2 caran îmzedayîn hat dayîn.
Piştî lêpirsîna 8 mehan der barê Cîhan Başakçîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn. Îdianameya der barê Fûnda Akbûlûtê de hat amadekirin û ji Dadgeha Cezayê Giran a 18an a Îzmîrê re hat şandin. Dadgehê îdianameya AKbûlûtê ji Dadgeha Cezayê Giran a 2an a Îzmîrê re şand.