Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî - ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêveberiyê ya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye kû hejmara kesên li Îzmîrê mirine gihiştiye 91an.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê derwam dikin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî erdheja mezin hezar û 120 caran erd hejiyaye ku mezinahiya 43yan ji pileya 4an bilindtir bûye.
Erdheja li Îzmîrê
Roja 30ê Çiriya Paşiyê Pêşiyê de li gorî saeta Tirkiyeyê di 14.51 deqîqeyan de erd hejiyabû. Li gorî daxuyaniya Resetxaneya Kandilliyê mezinahiya wê bi pîleya 6.8ê bû. Lê paşê Resetxaneyê ev zanyarî guherandiye û gotiye ku pileya wê 6.9 e. (TP/FD)