Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn ya Wezareta Karûbarên Nawxeyî (AFAD) îro saet li derdora 16.20ê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li Îzmîrê heta niha 109 kes mirine.
Li gor heman daxuyaniyê hejmara birîndarên ku dermankirina wan dewam dike 144 e.
Ji roja 30ê Çiriya Pêşiyê ya ku erdhej pêk hatibû heta niha hezar û 475 erdhejên din çêbûne. Pileya 44ên van erdhejan ji 4an bilindtir bûye.
Hezar û 36 kes birîndar bûne ku 138 kes hîna tên dermankirin.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê vê sibê daxuyaniyek daye û gotiye “Heta niha 12 nexweş li beşa nexweşiyên giran tên dermankirin, rewşa 5 kesan ne baş e.”
Li 5 avahiya xebatên lêgerînê dewam dikin
Di encama erdhejê de 17 avahî rûxiyane. Li 5 avahiyan xebatên lêgerînê dewam dikin. Kesên xaniyên wan rûxiyane, di konan de dimînin. Li seranserê Îzmîrê hezar û 864 kon hatine vekirin. Ji bo 2 hezar û 38 konên din vebin xebat dewam dikin. (TP/AS)