Îro danê sibehê polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de Nûnerê Herêma Egeyê yê DBPê Aslan Kizil, endamê PMya HDPê Aydın Çetînkaya, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz, Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Menemenê Ekrem Karakoç û rêveberên EGE TUHAYDERê yên berê Selma Altan, Hediye Tekîn û Îsmet Akdemîr bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatine desteserkirin birine Emniyeta Îzmîrê.
Parêzer Mecît Yildlrim da zanîn ku di dosyayê dosyayê ji bo 24 saetan biryara “bisînorkirinê” hatiye dayin lewma nekarîne bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.