Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de çar kes hatin desteserkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de hevserokên AN-YAKAYDERê jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.

Îro danê sibehê polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û çar kes desteserkirin.
Di serdegirtinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (AN-YAKAYDER) Rahîme Turan û Mîkaîl Atan û rêvebera komeleyê Zarîfe Sungur hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirinan nehatiye zanîn û hat ragihandin ku kesên desteserkirî piştî kontrola tenduristiyê, birine Rêveberiya Emniyetê ya Îzmîrê.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.