Îro serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encamê de herî kêm çar kes hatin desteserkirin.
Di serdagirtinan de endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Mehmet Firat Ekmen, endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Rozana Ûrkûn, endama TOP’ê Berfîn Buyukertaş û endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tûgçe Kizildemîr hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 4 kes ji ber parvekirinên wan yên li ser medyaya civakî hatin desteserkirin. Kesên desteserkirî birine Rêvebiriya Emnîyetê ya Bajarê Îzmîrê.
(EMK/AY)