Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Izmîrê bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” 15 kes hatibûn desteserkirin, ji desteserkiriyan 10 kes hatine girtin.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Tîmên Têkoşîna li Dijî Terorê yên Emniyeta Izmîrê di roja bûna rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê), di 4ê Nîsanê de diyar kirine ku amadekariya ji bo çalakiyan tê kirin û operasyon li malên bikarhênerên medyaya civakî kirine.
Bixwîne - Di hefteyekê de lêpirsîn li ser 154 bikarhênerên medyaya civakî hatiye kirin
Dadgeha Izmîrê duhî bi sûcê “endambûna rêxistinê” biryara girtina 10 kesên desteserkirî da û bi şertê kontrola edlî 5 kes serbest berdan.
(AS/MB)