Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di roja Yekşemê de li Îspanyayê hilbijartina pêşwext hat kirin. Partiya serokwezîrê niho, Mariano Rajoyî ya bi navê Partiaya Gelî bi ser ket.
Partiya Gelî li gor hilbijartina ji beriya vê hilbijartinê zêdetir deng standin û bû xwedana ji sedî 33yê dengên welatî. Hejmara partlamenterên ji wê partiyê jî dê ji 123yê bibe 137.
Li Îspanyayê da ku partiyek bikare bi serê xwe hikumetê dane/pêk bîne divê ya kêm xwedana 176 parlamenteran be.
Rajoyê serokwezîr diyar kiriye ku ew ê demildest dest bi hevdîtinên ji bo pêkanîna hikûmetê bike.
Mixalifa sereke PSOE
Partiya Karkerên Sosyalîst(PSOE) li gor hilbijartina berê 5 kursî kêm bi dest xistine û karîye 85 kursîyan bi dest bixe.
Partiya Lîberalan a bi navê Ciudadanos jî 32 kursî bi dest xistin. (YY/MB)
- Me ev nûçe ji euronews, DW Tirkî û Sputnik Newsê berhev kiriye