Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li gundê Perexê yê Zaxoyê, di encama êrîşa Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) de 9 sivîl mirin û 31 yek jî birîndar bûn, Hikûmeta Bexdayê bi daxuyaniyekê diyar kiriye û gotiye, wan ji bo rojekê biryar daye ku şînê girê bidin.
Li Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê û hemû nûnerên dîplomatîk ên Iraqê wê ji bo sersaxiyê serdan pêk bên.
*Fotograf: Rojnews
Di vê navberê de duh bi şev, li ber avahiya balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê çalakî pêk hatine.
Medyaya Iraqê diyar kiriye ku di dema çalakiyan de alên Tirkiyeyê hatine şewitandin û xwenîşanderan xwestiye ku Serbalyozxaneya Tirkiyeyê were girtin.
Parlamenterên Iraqî daxwaza civîna awarte kiriye
91 parlamenterên Iraqî derbarê êrîşê de bang li Serokatiya Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku civîneke awarte li dar bixe.
Parlamentera her weha diyar kiriye ku bila Serokomarê Iraqê Mistefa Kazimî û Sererkanê Iraqê Osman el Xenimî jî beşdarî civînê bibin. (HA/FD)