Li bajarê Enbara Iraqê bi roketan êrişî baregeha leşkeri hewayî ya Eyn el-Esedê kirine ku hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengiya DYAyê lê ne. Berpirsiyariya êrişê Rêxistina Berxwedana Îslamî girtiye ser xwe.
Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ku xwe weke komeke çekdar dide nasîn û diyarkirine ku wan bi roketan êrîşî baregeha Eyn El-Esedê kirine.
Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Iraqê ragihandibû ku piştî êrîşên Hemasê yên li dijî Îsraîlê ew li Iraqê ava bûne. Têkildarî rêveber û xebatên rêxistinê hê tu agahî bi dest neketine.
Tê texmînkirin ku nêzîkî 2,500 personelên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) li Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ku piraniya wan li Baregeha Esmanî ya Eyn el-Esed, Camp Victory û Baregeha Esmanî ya Herîr in.
Di Tîrmeha sala 2021an de, Serokê Amerîka Joe Biden ragihandibû ku hêzên Amerîkî dê heta dawiya salê ji Iraqê vekişin û hejmareke hindik ji hêzên leşkerî li wî welatî tenê ji bo peywira şêwirmendiyê bihêlin.
Êrişa li Dêrezorê
Li derdora qada gazê ya Konîko ya li Dêrezora Sûriyeyê ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin êrîşek hat kirin.
Li gor nûçeya AAyê ya ji çavkaniyên herêmî wergirtine, li derdora qada gazê ya ku hêzên Amerîkayê lê ne, bi balafirên bêmirov ên çekdar ên ku nasnameya wan nehat zanîn êrîş hat kirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku li nêzî Konîkoyê di boriya gaza xwezayî de teqînek rû daye.
Piştî êrîşê helikopter û balafirên bêmirov yên DYAyê li herêmê dest bi firînê kirine.
(RT/AY)