Fotograf: Rojnews
Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê îro destpê kiriye. Di dengdana taybet de bi tenê hêzên ewlekariyê, leşker, polîs, koçberên navxweyî û kesên di girtîgehan de ne wê deng bidin û wê dengdan heta saet 18.00ê êvarê dewam bike.
Îro li seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê dengdana taybet destpê kiriye. Di saet 07:00an de navendên dengdanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine vekirin.
Di dengdana taybet de bi tenê hêzên ewlekariyê, hêzên leşkerî, polîs, koçberên navxweyî, nexweş û kesên di girtîgehan de ne wê deng bidin. Li piştî dengdana taybet hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê wê di 10ê Çiriya Pêşiyê de pêk were.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê, milyonek û 75 hezar û 727 kes li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê wê îro dengê xwe di dengdana taybet de bikarbînin.
Hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê
Komisyona Bilind ya Hilbijartinan biryar stendibû ku di îro 8ê Çiriya Pêşiyê de dengdana taybet were kirin. Di dengdana taybet de jî tenê hêzên ewlekariyê, hêzên leşkerî, polîs, koçberên navxweyî, nexweş û kesên di girtîgehan de ne deng bikarbînin. Piştî dengdana taybet roja Yekşema 10ê Çiriya Pêşiyê jî li tevahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê dê gel biçin ser sindoqan.(AY)