Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor daneyên destpêkê di qezaya trênê ya ku îro danê sibê (8ê Hezîranê) li Îranê qewimiye de 17 kes mirin e. Li gorî nûçeya ajansa Tesnîmê ya Îranê, di qezayê de herî kêm 50 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Waliyê Taybet ê Tebasê Elî Ekber Rehîmî ragihandiye ku 4 vagonên trênê ji rê derketine û hemû yekîneyên Heyva Sor, hawarhatinê û rizgarkirinê li çûne cihê bûyerê.
Rehîmî derbarê hejmara kuştî û birîndaran de agahî parve kiriye û diyar kiriye ku ji ber mezinayiya qezayê dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Ji bilî ambûlansan helîkopter jî sewqî herêmê kirine.
Rêveberê Heyva Sor a Xorasana Başûr Muhammed Riza Rizayî der barê qezayê de daxuyanî daye û diyar kiriye ku 6 ekîbên Heyva Sor ber bi herêma ku trêna li 50emîn kîlometreya qereqola Mezino ji rê derketiye hatine şandin û ekîbên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.
Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ragihandiye ku trên li nêzî bajarê Tebasê saet 5:30 danê sibê bi dema herêmî ya Îranê ji rê derketiye. Li ser daxuyaniyên rayedaran, ajansê diyar kiriye ku trên dema çûyînê de li makîneyeke înşaatê xistiye.
Rayedarên tenduristiyê yên ku der barê bûyerê de daxuyanî dane diyar kirine ku 17 rêwî mirine û 15 jê giran 50 kes jî birîndar bûne.(SD/AY)