Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyên Peywendiyan yê Îranê, Mihemmed Cewad Azerî Cehromî: ji ber birîna înternetê operatorên GSMyê 90 milyon dolar zirar kirine.
Cehromî daxuyanî daye Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) û diyar kiriye: Ji ber birîna înternetê zirara herî mezin gihîştıye esnaf û şirketên ku bazirganiya xwe ser înternetê dikin, ew ê bi odeyên bazirganî û yekîtiyên esnafan ra xeberdin û paşê hemûyan li ser hev eşkere bikin.
Cehromî diyar kiriye ku li gor rapora Saziya Verastkirinê ya Ragihandinê, operatorên GSMyê ji ber birînê 90 milyon dolar zirar kirıye, dahata rojane ya Şirketa Posteya Neteweyî ya Îranê ji sedî 40 kêm bû.
Li gor biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilinda a Îranê ji bo ku pêşî li xwepêşandêran were girtin di 16ê mijdarê da înternet hatibû birîn. Di 25ê mijdarê da li gelek herêmên welêt xetên înternetê yên sabît hatibûn berdan.
Li Îranê ji ber ku 3 caran zem dan ser benzînê, xwepêşandinên zema benzînê di 15ê mijdarê da dest pê kirîbûn û li gelek bajarên welêt belav bûbûn.
Di xwepêşandinên ku 3 rojan dewam kirin da gelek banqe, market û îstasyonên benzînê hatibûn şewitandin, 7 hezar kes jî hatibûn binçavkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kiribû ku di çalakiyan da herî kêm 161 kes hatin kuştin.
(MB)
*Çavkani: İbrahim Atmaca/AA