Li Îranê ji ber şewba berazan 19 kes mirine
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî diyar kiriye ku li welêt 19 kes di nav hefteya dawîn da ji ber vîrusa H1N1yê (şewba berazan) mirine.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî diyar kiriye ku li welêt 19 kes di nav hefteya dawîn da ji ber vîrusa H1N1yê (şewba berazan) mirine.
Reîsî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) axivî û wiha got, "Di nav hefteyeke dawîn da di 273 kesan da vîrusa H1N1ê hat tesbîtkirin û li nexweşxaneyan tên tedawîkirin, lê 19 kes ji wan mirine."
Reîsî bal kişand ku li gor par, îsal zêdetir kes bi şewba berazê ketin û ev şewb herî zêde li eyaletên Gulistan, Mazendaran, Kehguliye-Buyer Ehmed, Kîrman û Ehwazê hat dîtin.
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca/AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.