Fotograf: AA
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 147 kesên din jî ji ber vîrusa koronaya nû (Covîd-19) mirine û hejmara miriyan derketiye 1135an.
Elî Riza Reîsiyê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê daxuyanî daye televizyona dewletê û diyar kiriye ku li welêt di 24 saetên dawî da 147 kesên din ji ber Covîd-19ê mirin.
Reîsiyî destnîşan kiriye ku bi vî awayî hejmara miriyan derketiye 1135 kesan, hejmara nexweşan 1192 kes zêde bûye û derketiye 17 hezar û 361 kesî.
5 hezar û 710 kes başş bûne û çûne malên xwe
Reîsiyî gotiye ku hetanî niha 5 hezar û 710 ji ber vîrusa koronayê hatin dermankirin rind bûn û çûn malên xwe, hetanî lazimî çênebe jî bira kes dernekeve derva.
Li Iraqê kesekî din miriye
Wezareta Tendirustiya Iraqê îro 18ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku 6 kesên din li wî welatî tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Li gor daxuyaniyê, haletên nû yên tûşbûnê li parêzgehên Bexda û Diyaleyê hatine tomarkirin.
Herwiha li Besrayê jî kesekî din bi sedema vîrusa Covid-19ê canê xwe ji dest daye. (FD)
Çavkanî: Rûdaw, AA