Li gorî daneyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê berhev kirî, li bajarên Rojhilatê û Îranê, herî kêm 463 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine desteserkirin. Di meha Tebaxê de jî 264 kes hatibûn desteserkirin.
Li gorî daneyên Hengawê di meha Îlonê de herî kêm 203 Kurd hatin desteserkirin. Ev hejmar di nava rêjeya kesên di tevahiya wî welatî de hatine desteserkirin e û ji sedî 44ê wan e.
Li gorî îstatîstîkan meha derbasbûyî li tevahiya Îranê herî kêm 51 jin hatin desteserkirin. Ev hejmar jî ji sedî 11ê hemû desteserkirinan ne.
Her wiha di heman serdemê de 50 zarokên di bin 18 saliya xwe de hatin desteserkirin û bi darê zorê hatin windakirin.
Ji sedî 37ê zarokên Belûc, ji sedî 10 Kurd ji sedî 2 jî zarokên din li bajarên Meşhed û Tehranê hatine desteserkirin.
Li gorî îstatîstîkan dîsa di meha îlonê de herî kêm 4 xwendekar, ji bilî herî kêm çar rojnamevan û aktîvîstên medyayê 14 hunermend û aktor jî hatin desteserkirin.
(AY)