Li Rojhilata ku di bin kontrola Îranê de ye, 4 welatiyên sivîl ji aliyê ajanên Wezareta Îstixbaratê ve hatin girtin. Nayê zanîn sivîlên hatine desteserkirin li ku ne û çi hatiye serê wan.
Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê(KHRN) ragihand ku Omîd Ehmedî ku li Pîranşarê dijî, roja 9ê Tîrmehê piştî ji bo dadgeha herêmî bang lê kirin, hêzên ewlehiyê ew desteserkirin. Her weha li heman bajarî dersdêrê teqawitbûyî Esmaîl Marûfî jî di heman rojê de bêyî ku destura lêgerînê heye bi ser mala wî de girtin û desteserkirin.
Li gorî nûçeya KHRNê, di 10ê Tîrmehê de ajanên îstixbaratê bi ser mala Silêman Mehmûdî û Alî Daneş ku li Mehabadê dijiyan, girtin û ew desteserkirin.
Nayê zanîn li ku ne
Tevî ku hefteyek li ser girtina wan re derbas bûye jî, cihê van 4 kesan nayê zanîn. Derbarê sedema girtina wan de ti agahî nehat dayîn.
Di Tîrmeha 2022an de 4 welatiyên Kurd ên bi navê Muhammed Feramerizî, Muhsîn Mazlûm, Wefa Azerbar û Pîjman Fatîhî li Rojhilatê bi hinceta ku ajanên îstixbarata Îsraîlê Mossadê nin hatin desteserkirin, careke din agahî ji wan nehat girtin.
Hate hînbûn ku ev 4 sivîlana piştî ku bi îşkence, muameleya xerab û darizandinên neqanûnî rûbirû man di destpêka sala 2024an de hatin bi dar ve kirin.
(AEK/AY)