Li Îdirê bi pileya 4.4ê erd hejiyaye
AFADê eşkere kiriye ku li Îdirê bi pileya 4.4ê erd hejiyaye. Erdhejê bandora xwe li bajarên derdorê kiriye û ziyana can û mal çênebûye.

*Fotograf: Bülent Mavzer / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 02.29 xulekan de bi pileya 4,4ê li Îdirê pêk hatiye.
AFADê eşkere kiriye û gotiye, erdhej 6,47 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye. Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 4,3ê pîvaye û kûrahî jî weke 5,4 kîlometre diyar kiriye.
Hatiye aşkere kirin ku navenda erdhejê gundê bi navê Karaguneyê ye. Gundê Karaguneyê dikeve navbera Bazîda Agiriyê û Îdirê. Di erdhejê de ziyana can û malî çênebûye. (TP/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.