Foto: Ajansa Anadolûyê
Li Hubeyê, eyaleta Çînê ya ku wek navenda şewba vîrusa koronayaa nû (Kovid-19) ye di 24 saetên dawîn da 242 kes mirine.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê di 24 saetên dawîn da li eyaletê hat tespîtkirin ku nexweşî bi 14 hezar û 840 kesî geriyaye û 242 kes jî can dane.
Hejmara nexweşên li seranserê eyaletê şewba vîrusa koronayê bi wan geriyaye wek 48 hezar û 206 kes hatine eşkerekirin û hatiye gotin ku rêbazên teşhîskirina Kovîd-19an guheriye û ev zêdebûn ji ber wê ye.
Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî derbarê şewba vîrusa koronayê da tu daxuyanî nedaye.
Li gor daneyên li ser platformên înternetê ku bi sernava "Şewba Vîrûsa Koronaya Nû ya li Seranserê Welêt û Rûdanên Dawîn" tên parvekirin, ji ber şewbê heta niha 1368 kes mirine û 59 hezar û 883 kes jî bi şewbê ketine.
Sekreterê Partiya Hubeyê ji wezîfeyê hatiye hildan
Sekreterê Partiya Hubeyê ya Partiya Komunîst a Çînê Ciang Çaoliang bi hinceta ku roja şewb derket heta niha li eyaletê "rêveberî qels bû" ji wezîfeyê hatiye hildan.
Di şûna wî da jî Şaredarê berê yê Şanghayê Ying Yong hat wezîfedarkirin.
Ji hêla din va ji beşên curbecur ên Artêşa Rizgariya Gel a Çînê jî bo Vuhanê 2 hezar û 600 personelên tenduristiyê yên eskerî hatin şandin. (FD)
* Çavkanî: AA