Li Hollendayê festîvala peykerên ji qerîsekê dest pê kiriye

Wêne: Abdullah Aşiran/AA
Li bajarê Laheya Hollandayê festîvala "Peykerên ji Cemedê(qerîsekê)" dest pê kiriye.
Di wêneyî de çi heye: Peykerê jinekê ji qerîsekê hatiye çêkirin. Jinê dema ku dans kirî destekê xwe rakiriye û yek danîye.
Peykerên ji qerîsekê hatîn çêkirin têne nîşandin
Di wêneyî de çi heye: Mêrek li ser pêyan e, du ajal jê bejin biçûktir in û lê dinêrin. Darikek di destê mêrî de heye.
Di wêneyî de çi heye: Lehengeka qartonfîlman heye. Paçikek li ser milê wê ye. Rûken e.
Di wêneyî de çi heye: Lehengeka qartonfîlman heye. Destê xwe ber bi esmanan ve bilind kiriye. Darikekê sêhrê di destê wê yê bilindkirî de heye.
(MB)
*Çima bianet kurdîyê wêneyên li ber çavan îzah kirine?
Kesên xwediyên pêdivîyên taybet ku nikarin bêyî amûrên teknîkî bixwînin, dema dixwînin wêneyan nabînin. bianet wêneyan ji wan re îzah dike.