Li Hindistanê lehî rabûye: Ya kêm 134 kes mirine
Li Hindistanê ji ber barîna barana boş xanî xera bûne, mal û kolan di bin lehîyê de mane. Ya kêm 134 kes mirine. Maran bi hin welatîyan ve daye û ew kuştine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hindistanê ji ber barîna barana boş xanî xera bûne, mal û kolan di bin lehîyê de mane. Ya kêm 134 kes mirine. Maran bi hin welatîyan ve daye û ew kuştine.
Li gor nûçeyên herêmî di 102 salên dawiyê de ti caran qasî Îlona 2019ê baran nebarîyaye.
Lehî herî zêde li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar rabûye.
Li eyaleta Uttar Pradeşê girtîgeheka li rexa çemî hatiye valekirin û girtî ji wê derê hatine tehlîyekirin.
Serokwezîrê Uttar Pradeşê, Yogi Adityanathî daxuyandîye ku ji bo her yek ji felaketzedeyan 400 hezar rupî(33 hezar TL) dê bê dayin.
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.