Li Hewlêrê wê Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî pêk were

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Rewşenbirî û Lawan ya Herêma Kurdistanê wê Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî pêk bîne. Konferans di navbera 19 û 21ê Kanûna Paşiyê de li Hewlêrê wê bi rê ve biçe û gelek nivîskar, derhêner, sînemager û rojnamegerên kurd wê beşdarî festîvalê bibin.
Rayedarên ku Konferans li dar dixin ji bianet kurdiyê re gotin ku ji Tirkiyeyê jî edîtorê bianet kurdiyê Murat Bayram, helbestvan Berken Bereh, rojnameger Ali Duran Topuz, nivîskar Pinar Yildiz û derhêner Kerem Tekoglû hatine vexwendin.
Rojê çar panel wê bi rê ve biçin
Konferans 19ê Kanûna Pêşiyê li Holî Rewşenbîrî saet di 16.00ê de bi xwendina helbestan wê dest pê bike. Tevlî helbestvan Berken Berehî wê çar helbestvan di vê bernameyê de cih bigirin.
Di Konferansê de wê rojê çar panel pêk werin ku du ji wan serê sibê, du jî wê piştî nîvro be.
Edîtorê bianet kurdiyê Murat Bayram wê di panelê de behsa “rojnamegeriya edebî” bike ku di sala 2018ê de bi vê formatê pirtûka bi navê “Belkî Îşev Binive” nivîsandibû. Bayramî di pirtûka xwe de behsa wan bûyeran kiriye ku dema qedexeya derketina derve li Sûr, Farqîn, Lice, Cizîr, Silopya, Şirnex û Nisêbînê qewimîne.
Nivîskar Pinar Yildiz wê li ser xebatên kirmanckî ango zazakiyê û nivîskariya xwe ya bi vê lehceyê bisekine.
Di bernameyê de wê belgefilma Kerem Tekoglûyî were nîşandan. (FD)
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
