Li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabûye û di encamê de 11 kes mirine.
Duh bi şev li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê baranek zêde bariye û bûye sedema rabûna lehîyê. Bi taybetî baranê bandorek neyînî li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kiriye.
Li taxên Daretû, Daretûya Nû, Jîn, Roşenbîrî, Quştepe û Şemamik ên Hewlêrê lehî rabûye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji ber lehiyê 8 kes mirine. Ziyanek zêde ya maddî çêbûye, bi dehan wesayît li ber lehiyê çûne û kolan xirab bûne.
Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd zanyariyên nû derbarê zirarên canî yên lehiya îro ya Hewlêrê de aşkere kiriye û ragihandiye ku heta niha bi sedema lehiyê 11 kes mirin e. ji wan 1 xelkê Tirkiyeyê û yek jî xelkê Flîpînê ye.
(AY)
*Çavkanî : Ajansa Mezopotamyayê, Rûdaw