Fotograf: AA
Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê karker û hemal, di kelekela havînê ya zêdeyî 45 pileyan de ji bo ku debara xwe bikin, bi saetan li devê rêyan dimînin.
Li Hewlêrê şêniyên bajêr ji ber germaya zêde mal dernakevin. Lê karker li ser peyarêyan rêz dibin û li bendê ne ku karekî peyda bikin.
Karker li vî bajarî li gorî karê dikin rojê 20 hezar an jî 50 hezar dînarî (qedera 400-1000 TL) qezenc dikin. Ev karker bi piranî karên rojane û hemaliyê dikin.
"Kêm kes kar dibînin"
Şivan Mihemed yek ji van karkeran e. Ew li bin tava havînê li ser kolanê li benda kar e. Wî ji ji nûçegîhanê AAyê ra diyar kiriye ku ew 15 sal e vî karî dike û pê debara malbata xwe dike:
"Em serê sibehê ji saet 07.00ê heta êvarê saet 16.00ê li vir li benda karekî ne. Germahî li ser tenduristiya min xetereyeke mezin pêk tîne. Em li vir bi qasî 200 karkerî ne. Rojê ji kêmî me re kar derdikeve."
Adil Mihemed jî bi qasî 20 sal in li ser rêyan ji xwe re li kar diğere. Bi gotina wî, van dawiyan kar kêm bûne û ji ber wê jî " zêdetir kes li ser kolanê di bin tîrêjên tavê da dimînin.
"Ji ber germê hin karker ji xwe ve diçin. Ji ber tavê çermê me şewitiye û tenik bûye. Lê me ti çare nîne, em neçar in ku bisekinin. Lewra ne diyar e kar dê kengê bi dest me bikeve." (FD)