Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Hewlêrê dema ku dîplomatên tirk li xwaringehekê bûne êrîşa bi çekan hatiye kirin.
Li gor Rûdawê bi çekan pevçûnek çêbûye. Li gor nûçeya Sputnikê teqînek çêbûye.
Reutersê eşkere kiriye ku yek ji wan kesên hatîn kuştin dîplomatekê tirk e. Rudawê diyar kiriye ku kesekê tirk e lê diyar nekiriye ka dîplomat e an na.
Paşê Rûdawê diyar kir ku cihgirê balyozê Hewlêrê hatiye kuştin lê agahî nehatiye piştrastkirin.
Wezareta Karên Derve: Xebatkarekê me miriye
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku li Hewlêrê xebatkarekê konsolxaneya Tirkiyeyê bi êrîşeka bi çekan hatiye kuştin.
(EKN/MB)