Wezareta Karên Navxweyî di 3ê Hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir.
Bi îdiayên ku “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan mixalîfî kiriye” doz li Akiş hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Akiş, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bû. Parêzerên Akiş û xizmên wî di danişînê de amade bûn.
Dozger, di nêrîna xwe de îdia kir ku Akiş li ser banga rêxistinê tev li meşê bûye. Her wiha dozger îdia kir ku tevlibûna “Meşa Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî sûc e. Dozger, xwest ceza li Akiş were birîn.
Akiş, di danişînê de wiha got: “Meşa behsa xeberê, organîzasyoneke di çarçoveya xebatên partiyê de bû. Ev, dozeke siyasî ye. Doza behsa xeberê ji xwe hiqûq û qanûnan dûr e. Weke min berê jî gotibû, ji ber dosyaya ez hatibûm girtin hatim binçavkirin. Tekane sedema lêpirsînê jî ji bo tayînkirina qeyûm bû. Jixwe armanca wan hasil bû. Tu eleqeya lêpirsîn û teqîbatê ya hatiye destpêkirin bi qanûnan re tune ye. Di kîjan beşa axaftina min de sûc heye? Ez qala aştî, biratiyê dikim. Gotina van kengî bûye sûc?”
Akiş, bertek nîşanî qedexeya walîtiyê jî da û got: “Sedema qedexeya walîtiyê amade kirî ez nînim. Jixwe li Colemêrgê her roj qedexe hene. Di çarçoveya dosyayê de li mala min, di wesayîta min, cihê meqamê û li mala keça min lêgerîn hate kirin. Tu tiştek nehate dîtin. Madem tiştek nehatiye dîtin, wê demê ev doza çi ye? Tekane armanc, tayînkirina qeyûm e. Tayînkirina qeyûman xesp e. Derhiqûqtî ye.”
9 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Dadgehê, piştî parastina parêzeran biryara xwe da. Şandeyê ji ber îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 7 sal û 6 meh, ji ber îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” jî salek û 6 meh cezayê girtîgehê da.
(HA/AY)